ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di Komxebata Qanûna Kar a Çapemeniyê de ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Enformasyon, Weşan û Çapemeniyê ve hat li dar xistin bû û di komxebatê de axivî. Akdogan destnîşan kir ku demek berê bi nûnerên sektora medyayê re li Serokwezîrtiyê hatine bal hev û li ser pirsgirêkên sektora medyayê axivîne û got ku ev komxebat jî di encama vê civînê de derket holê.
Akdogan diyar kir ku komxebat ji sê xelqeyan pêk tê û ya ewil li Enqereyê hat kirin û dê di mehên pêş de jî li Erzirom û Stenbolê komxebat were li dar xistin.
"Rojnamevanî karekî zor e"
Akdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku berê nûçegihan, redaktor, mîzanpajvan, hosteyê çapxaneyê û gerînendeyê weşanê hebû û got ku niha endezyarên elektronîk û kompîturê jî bûne perçeyekî sektora medyayê û wiha dewam kir: "Di qada medyayê de guherandin û geşedanên girîng diqewimin û ev him bandoreke neyî û ya erênî li karê me dike, ji ber vê jî em nikarin di ciyê xwe de bisekinin. Rojnamevanî karekî zor e. Di nav şert û mercên dijwar de li pey nûçeyan digerin û bi fedakarî dixebitin."
Akdogan diyar kir ku li ser başkirina şert û mercên rojnamevaniyê difikirin û ji bo pêş bikeve dixebitin û got ku di vî warî de divê guherandinên qanûnî werin kirin.
Akdogan got ku em ê piştî komxebatê encamên ku derkevin holê binirxînin û bibin rojeva TBMMyê.