Nihat Kavşut
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
HATAY
Seba malbatên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û DEAŞa rêxistina terorê koçî bakurê Îdlibê kirin 20 TIR alîkariya însanî hat şandin.
20 TIRên ku Heyva Sor ya Tirkiyeyê, Serokatiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê û komeleyên curbecur amade kirin li Reyhanliya navçeya Hatayê ji Deriyê Sînor ya Cîlvegozuyê derbas bûn.
Li gor agahiyan di TIRan da palet, betaniye, cil û berg û xwarin û xurek hene û wê li bakurê Îdlibê bidin malbatên koçber bûne.