09 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Amerîkayê Nîkkî Haley diyar kir, divê Îran û milîsên şîe yên ku ev welat piştgiriyê didê, ji Sûriyeyê werin derxistin.
Haley bi Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYê Staffan de Mîstura ra hevdîtin kir û der heqê encamên 4emîn tûra hevdîtinên aştiyê yên Sûriyeyê da agahdar kir. Haley pişt ra daxuyanî da rojnamegeran.
Haley diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide hevdîtinên li Cenevreyê, Mîstura û pêvajoya NYê û wiha dewam kir: "Ji bo çareseriya siyasî divê hevdîtin dewam bikin. Divê Sûriye êdî nebe lîmana terorîstan. Divê em Îranê ji Sûriyeyê derxin. Em sînorên mittefîqê xwe jî dixin bin ewlehiyê, bi vî hawî dikarin xwe di ewlehiyê da hîs bikin."
- Îngiltere jî piştgiriyê dide pêvajoya Cenevreyê
Nûnerê Daîmî yê NYê yê Îngiltereyê Mathev Rycroft jî diyar kir ku welatê wî piştgiriyê dide hevdîtinên Cenevreyê û welatê wî piştgiriyê dide rojeva tûreke din a hevdîtinan.
Rycroft bangî aliyan kir ku di tûra 5emîn da xebatên çêker derxin holê.