09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
WASHINGTON
Rayedarê Ajansa Îstixbarata Parastinê ya DYAyê li Pentagonê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Ebûbekir Bexdadiyê serkêşê DEAŞa rêxistina terorê hê dijî û beriya operasyona Mûsilê bajar terk kiriye.
Rayedarê îstixbaratê yê ku naxwaze navê wî bê eşkekirin li ser têlefonê pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Em bawer dikin ku Ebûbekir Bexdadî hê dijî. Ez nizanim ku li ku derê ye lêbelê li Mûsilê nîne. Dibe ku beriya operasyona Mûsil û Telaferê bajar terk kiribe."
Rayedar ji bo Bexdadî got "serê mar" û diyar kir ku ji Bexdadî zêdetir dibê fermandar û lîderên navenda rêxistinê bên berterefkirin ku rêxistin çok bide.
Rayedarê îstixbaratê destnîşan kir ku piraniya serkêşên girîng ên DEAŞê Reqa terk kirin, êdî ji bo rêxistinê Reqa ji paytextiyê derketiye.
Rayedar diyar kir ku derûdora bajêr bi piranî hat pêçandin û wiha got, "Hin serkirdeyên DEAŞê nafikirin ku Reqa ji hêla leşkerî va were zeftkirin."
Rayedarê îstixbaratê destîşan kir ku Reqa hê jî tê îzolekirin, li nava bajêr rêxistin di sazkirina kemîneyên parastinê da berdewam e û herwiha ji ber nifûsê qelebalix ê deverê şerekî qewî li benda bajêr e.
Rayedar axaftina xwe wiha domand, "Zeftkirina me ya rojhilatê Mûsilê 80 roj ajot. Ji ber hindê Reqa dê şerekî dirêj û dijwar be. Divê ez bêjim ku rizgarkirina Reqayê dê nebe şerê dawî yê li hemberî DEAŞê. Wekî Mûsilê dê şerekî zehf krîtîk biqewime. Û helbet ji ber ku emê xelîfetiyê ji destê wan derxin û bi texmîna min emê piraniya hêzên wan ên şerker tune bikin, dê bibe şerekî pir sembolîk. Lêbelê DEAŞê li deverên din dewam bike. Dê li ser xeta Çemê Feratê hebûna xwe bidomîne."
- "Li ser xeta Feratê 9 hezar şervanên DEAŞê hene"
Rayedar got ku ji başûrê Mûsilê dest pê bike, herêma ku Ebû Kemal, li Sûriyeyê El Qaîm, Deyr ez-Zor û heta rojavayê Reqayê tê de, texmînî 9 hezar milîtanên DAEŞê hene.
Rayedarê îstixbaratê yê amerîkî got ku ji sedî 65 axa ku li Sûriye û Iraqê di destê rêxistinê de bûn, paşve hatin hildan.
- "Li Iraqê bajarên ku nifûsên wan zêde ne wê di nav 6 mehan de bên xilaskirin"
Rayedar got ku ew nikare texmîn bike ku rêxistina terorê DEAŞ wê kingê bê xilaskirin, lê li Iraqê bajarên ku nifûsên wan zêde ne wê di nav 6 mehan de ji destê DEAŞê bêne xilaskirin.