Muhammet Kurşun
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
HEWLÊR
Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ê Amerîkayê li Iraqê General Ralp Baker, diyar kir ku dê Amerîka sala bê 364 milyon dolar arîkariyê bo Pêşmerge bişîne.
Baker li Hewlêrê digel Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet Kerîm Sîncarî re civiya û ragihand ku dê arîkariya Amerîkayê bo Pêşmerge bidome.
Baker destnîşan kir ku Amerîkayê biryar daye 364 milyon dolarî bo Pêşmerge bişîne.
Wezîr Sîncarî jî ji bo arîkariyê sipasiya Amerîkayê û koalîsyona navneteweyî kir û daxwaz kir ku ji bo perwerdeya Pêşmerge hêzên koalîsyona navneteweyî li Herêma Kurdistanê bimînin.