Haydar Şahin
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
CAKARTA
Hejmara kesên ku di bobelata Cempakayê ya li Cavaya girava Endonezyayê da mirin gihîşte 21ê.
Di daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî (BNPB) da hat diyarkirin ku li bajaroka Yogyakartayê 2 cesed dîtin û bi van cesedan va hejmara miriyan gihîşte 21ê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bobelata Cempakayê li 21 herêmên di nav da giravên Cava û Baliyê hene tesîra xwe nîşan dide, hê negihîştine hin herêman ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Wek mayîn rayedaran gotin ji bo ewlehiyê biryar dan ku ceyrana hin herêman bibirin. Welatiyên ku li herêmên binê xetereya bobelatê da ne hatin hişyarkirin.
BNPBê do diyar kiribû ku di hêlanê da 15 kes, di lehiyê da jî 4 kes mirin.