Nihat Kavşut
31 Tebax 2019•Rojanekirin: 01 Îlon 2019
Rêvebiriya Amerîkayê bi hinceta ku mueyîdeyên li ser Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê bin pê kiriye keştiya Îranê ya bi navê "Adrîan Darya-1"ê ku alaya Panamayê li ser e hilda lîsteya mueyîdeyan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hat îdiakirin ku keştiya navborî ji bona feydeya Hêza Qudsê ku girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ye neft biriye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin tankêra navborî 2.1 milyon warêl nefta xam ya Îranê ji bona piştgiriyê bide Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ku di lîsteya mueyîdeyên Amerîkayê da ye biriye û loma jî hildane lîsteya mueyîdeyan.