Nihat Kavşut
31 Tebax 2019•Rojanekirin: 01 Îlon 2019
Milîtanên Talibanê li bakurê Efxanistanê êrîşî bajarê Kunduzê kirin.
Sayed Serwer Huseyniyê Berdevkê Midûriyeta Ewlehiya Kunduzê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku milîtanên Talibanê ji bona navenda Kunduzê bi dest bixin ji çar alî va êrîş kirin.
Huseynî diyar kir ku piştî êrîşê pevçûn derket û got ku di pevçûnên dewam dikin da gelek milîtan hatin kuştin.
Sayed Serwer Huseynî destnîşan kir ku hêzên taybet li navenda bajêr operasyon dan destpêkirin.
Di daxuyaniya Talibanê da jî hat diyarkirin li navenda bajêr gelek herêm hatine bidestxistin.
Milîtanên Talibanê çar sal berê êrîşî navenda Kunduzê kiribûn û di demeka kin da navenda bajêr hildabûn.