Haydar Şahin
16 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Appleya saziya elektronîk û kompiteran a Amerîkayê asteng da pêşiyê ku ji Îranê nekevin AppStoreya marketa bernameyan.
Li gor xebera IRIBa televizyona dewletê ya Îranê, şirketa ji Amerîkayê asteng da pêşiya bikarhênerên li Îranê ku nekevin AppStoreya marketa bernameyan.
Apple nikare bi rêyên fermî têlefonan bifiroşe Îranê.
Appleya saziya sereke ya têlefon û elektronîkê ji ber zextên ku Amerîkayê daye ser Îranê nikare bi rêyên fermî cihazan bifroşe vê derê lêbelê piraniya gel ji dervayê welêt cîhazên APPleyê dikirin.
Appleyê par bernameyên welatiyên Îranê yên ji bo IOSyê ji AppStoreyê rakiribû.
Mihemed Cewad Azerî Cehromiyê Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan ê Îranê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji sedî 11ê bazara têlefonên teknolojîk di destê Appleyê da ye û wiha axivî: "Appleyê hetanî nika rêz nîşanî mafên bikarhêneran neda. Em ê bi qanûnî mijarê teqîb bikin."
Wekî mayîn hê Appleyê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.