HEWLÊR
Êrîşên komên çekdar ên di serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) tevdigerin, li ser Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) didomin.
Li herêmê pevçûn didomin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî hat Hewlêrê û der barê geşedanan de daxuyanî da.
Zebarî li Salona Konferansê ya Seed Evdila tevî Serokê Dîwanê yê Herêma Kurdistanê Fuad Huseyîn, civîna çapemeniyê li dar xist.
Zebarî ji bo êrîşên DYAyê yên ji hewayê ve sipasiya Serokê DYAyê Barack Obama kir û wiha got: "Girîngiya vê operasyonê ew e ku ev operasyoneke însanî ye, lewra bi sedan însan ji ber dîn, netew û mezhebê xwe tên kuştin."
- "Em ji bo mirovahiyê şer dikin"
Zebarî destnîşan kir ku dê alîkariya DYAyê domdar nebe, têkoşîna mezin dê gelê Iraqê bide û wiha got: "DÎŞI ji bo Iraqê talûkeyeke mezin e. DÎŞI hemû kesên ku wekî wê nînin ji holê radike. Em ji bo mirovahiyê li dijî DÎŞIyê şer dikin."
Zebarî diyar kir ku di armanca DÎŞIyê de Bexda hebû, lê paşê berê xwe da Hewlêrê.
Zebarî der barê hevkariya leşkerî ya di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de jî wiha got: "Her du hêz jî bi kordîne li dijî DÎŞIyê şer dikin."
Zebarî der barê hêza pêşmergeyan de jî wiha got: "DÎŞI bi çekên giran ên artêşa Iraqê yên ku bi dest dixe êrîşî Kurdistanê dike. Çekên giran ên pêşmergeyan tunene. Ji bilî DYAyê dewletên din midaxele nekirin."
Serokê Dîwanê yê Herêma Kurdistanê Fuad Huseyîn jî destnîşan kir ku DÎŞIyê Bendava Mûsilê dorpêç kiriye.
Huseyîn diyar kir ku ji destpêka êrîşên DÎŞIyê heta niha 150 pêşmerge mirine û ji 500 zêdetir jî birîndar bûne.
Huseyîn wiha got: "Ji her derê dinyayê yên ku ji bo şer tên vir hene. Ev li dijî mirovahiyê şer dikin. Ev ne şerê axê ye. Ew li dijî her kesî dertên. Em wek gelê Kurdistanê sipasiya kesên ku piştgiriyê didin, dikin."
Zebarî û Huseyîn di dawiya civînê de destnîşan kirin ku armanca me ew e ku em DÎŞIyê ji axa Iraqê derxin.