Abdullah Tel
19 Mijdar 2020•Rojanekirin: 20 Mijdar 2020
Di çarçoveya peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Rûsyayê va di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da hat îmzekirin hêzên Ermenistanê û şêniyên Ermenî yên li Axdamê bi cî kirî ji wê derê derdikevin û niha artêşa Azerbeycanê li wan deran bi cî dibe.
Di dîmenên ji ser medyaya civakî hatin parvekirin da tê dîtin ku wesayîtên bizirx ên artêşa Azerbeycanê ber bi Axdamê va diçin û Azeriyên li keviyên rê sekinîne jî ji bo eskeran li çepikan dixin û pesnê wan didin.
Di vê navberê da artêşa Ermenistanê ya ku ji herêma Axdamê vedikişe avahî, qereqol û cihên kontrolê yên ku berî bikar dianî dişewitîne û wisa diçe.
Di dîmenên ji alî eniyên bin kontrola Azerbeycanê hatin kişandin da tê dîtin ku ji kozikên artêşa Ermenistanê lê ne dû radibe.
Li gor peymana lihevkirinê divê Ermensitan heta 20ê Mijdarê hemû hêzên xwe ji bajarê Axdamê derxe.
Ji sedî nêzî 77ên bajarê Axdamê di sala 1993an da ji alî Ermenistanê va hatibû dagirkirin û nêzî 200 hezar Azerbeycanî mal û milkên xwe terk kiribûn.