Li Sûriyeyê hêzên rejîmê li herêma Tirkmenan Bayirbûcakê ya li ser Lazkiyeyê dest bi operasyona bejayê kirin.
Li gorî agahiya ku ji berpirsên Komeleya Tirkên Sûriyeyê hat wergirtin, yekîneyên girêdayî rejîma Esed bi şev li nêzî gundê Serayê yê li tanga Çiyayê Tirkmen ê di kontrola muxalifan da dest bi operasyona bejayê kirin.
Piştî ku muxalifan bersiv da pevçûnên dijwar qewimîn û yekîneyên rejîmê vekişiyan.
Di pevçûnan de ji muxalifên tirkmen 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Yekîneyên girêdayî rejîma Esed bi hewan û moşekan ve êrîşên xwe didomînin. Dengê teqînan li Yayladaga navçeya Hatayê jî tên bihîstin.