Parêzerê sûriyeyî Enwer Gîtaf û doxtorê tirkmen Xalid Mistefayê ku xwe sipartin Tirkiyeyê diyar kirin ku PYDya ku kontrola herêma Tel Abyadê di destê wan de ye li hember tirkmen û ereban "polîtîkaya tehcîrê" dikin.
Parêzer Enwer Gîtafê ku ji Tel Abyadê reviya û xwe sipart Tirkyeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku PYDyê bêyî ku guleyek biavêje Tel Abyada ku berê di destê DAEŞa rêxistina terorê de bû bi dest xist û ji bo ku li herêmê kurdan bi cih bike hember ereb û tirkmenan polîtîkaya tehcîrê dike.
Gîtaf diyar kir ku PYD zorê dide tirkmen û erebên ku li gundên Molla Berxo, Rûmî û El Hûmeyraya girêdayî Tel Abyadê dijîn ku koç bikin. Gîtaf da zanîn ku piraniya tirkmen û erebên li herêmê xwarinên xwe yên ser sifrê jî erdê hiştin û çûn aliyê Reqqayê, hin ji wan jî xwe sipartin Tirkiyeyê.
Gîtaf got ku PYD bi tank û çekan gundan dorpêç dike û ji mirovan dixwaze ku malên xwe vala bikin û wiha axivî:
"Gundê Mîşrefeya ku wir nêzî 30yî malbat dijiyan di encama tehdeya PYDyê de hat valakirin û pişt re bi makîneyên kar hatin xirakirin. Tirkmen û ereb bi jinên ducanî û zarokan re ji ber tehdeyê rêya bi qasî 30 kîlometroyê 4 rojan de meşiyan û di bin şert û mercên dijwar de hatin sînorê Tirkiyeyê. Piraniya wan derfet nedîtin ku pere û eşyayên xwe jî bibin. Gelek sûriyeyiyên ku xwe sipartin Tirkiyeyê xwestin ku vegerin malên xwe lê belê PYD destûrê nade vê yekê heta dema sûriyeyiyek xwest ku bi diya xwe re vegere gundê xwe gule barandin piyê wî. Pişt re bi ambûlansê şandin Kobanê lê em nizanin ka çi pê hat. Hin tirkmen û erebên dixwestin ku biçin malê xwe jî hatin girtin û ew xistin girtîgehê. Der barê rewşa wan de jî tu agahiyên me tunin."
-"Tu pirsgirêka me bi kurdan re tune"
Gîtaf îdia kir ku armanca PYDyê ew e ku ji herêmê ereb û tirkmenan derxîne û şûna wan malbatên kurd bi cî bike û wiha axivî: "Tu pirsgirêka me bi kurdên ku li Sûriyeyê dijîn re tune. Pirsgirêka me bi PYDyê re ye ji ber ku li herêmê polîtîkaya tehcîrê dike. Li bajarê Sulûkê piraniya wan ereb 25 hezar kes dijiyan lê belê PYDyê ew der vala kir û destûrê nade ku tu kes vegere. Sûriyeyiyekî ku vegeriya di mala xwe de hat kuştin."
Gîtaf qal kir hin kurdên sûriyeyî yên ku ji ber pevçûnên ku li Kobanêyê qewimîn xwe sipartin Tirkiyeyê digel ku şer xilas bû jî naxwazin ku car din vegerin Kobanê ji ber ku ew jî ji PYDyê aciz in.
-"Bi hezaran tirkmen ji mecbûriyê xwe sipartin Tirkiyê"
Doxtorê tirkmen Xalid Mistefa jî diyar kir PYD zorê dide tirkmenan ku koç bikin û got ku bi hezaran tirkmen ji mecbûriyê xwe sipartin Tirkiyê.
Mistefa got ku hinek ji tirkmenan di konbajêran hin ji wan jî li malên ku bi derfetên xwe kirê kirin de dijîn û spasiya Tirkiyeya ku li wan xwedî derket, kir.
Mistefa da zanîn ku tirkmen digel her tiştê dixwazin ku vegerin mal û axa xwe lê belê PYD ji bo armanca xwe destûrê nade vê yekê.