İbrahim Atmaca
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Hat ragihandin ku hêza esmanî ya artêşa Lîbyayê ji pergalên parastina esmanî ya Panstîrê, pergaleke din a milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên derbekar ên nemeşrû yên li rojhilata welêt îmah kir. Bi vê va pergala sêyemîn e ku îmha dikin. Ev pergal Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (BAE) ji milîsên Hefter ra peyda kirine û malê Ûris e.
Berdevkê fermî yê artêşa Lîbyayê Yarbay Mihemed Kununu daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku hêzên esmanî li başûrê bajarê Sîrteyê pergaleke parastina esmanî ya tîpa Panstîra çêkirina Ûris û cîhazê têkbirina sînyalan a elektronîk îmha kirin.
Li gor vê wesayîtên esmanî yên bêmirov ên çekdar (SÎHA) ên artêşê di nav 48 saetên dawîn da pergala sêyemîn a ku BAEyê ji milîsên Hefter ra peyda kiribû, îmha kir.
Hatibû daxuyandin ku herdu pergalên parastina esmanî jî ku sewqî Baregeha Eskerî ya Watiyyeyê kiribûn, bi destê hêzên esmanî yên artêşê hatibûn îmhakirin. Baregeha Watiyyeyê di binê dagirkirina milîsên Hefter da ye.