Haydar Şahin
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Li Libyayê teyareyên şer ên Artêşa Neteweyî ya Libyayê (ANL) ya di fermandariya General Xelîfe Hefter da li Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya ku kontrola wê ketibû destê Hikûmeta Mietebeqata Neteweyî (HMN) xistin.
Li gor agahiyên ji şahidan hatin sitandin, teyareyên şer ên ANLyê êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ya ku duh ketibû destê yekîneyên HMNyê kirin.
Di sala 2014an da di navbera hêzên milîsan da pevçûn derketibûn balafigehê zirareke mezin dîtibû û 5 sal in jî balafirgeh nedixebitî. Lêbelê ji bo hêzên Hefter ên dixwazin têkevin Trablusê girîngiya wê ya stratejîk heye.
Hêzên Hefter û yên HMNyê li dora balafirgehê kom bûne û çend roj in balafirgeh di nav koman da dest diguherîne.
Hêzên Hefter dixwazin ku ji du milan ra têkevin paytextê û ji aliyê Balafirgeha Trablusê û Eyn Zarayê û aliyê Wadî Rabiyê ra hewlên xwe didomînin. Di navbera hêzên Hefter û hêzên HMNyê da şerekî mezin dewam dike û herdu hêz jî êrîş dikin û paşda vedikişin.
Li Libyayê yekîneyên HMNyê li dijî hêzên General Hefter ên roja pêncşemê ji bo Trablusê bi dest bixin dest bi êrîşan kiribûn û operasyon dabûn destpêkirin.
Hêzên Hefter di nav çend rojên çûyî da herêmên Sabrata, Surman, Giryan û Asabiyeyê zeft kiribûn û paşê gihîştibûn ciyê ewlekariyê yê 27an a di navbera Zawiye û Canzura li rojavayê Terablusê.