Nihat Kavşut,Haydar Şahin
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 05 Hezîran 2020
Artêşa Lîbyayê ragihand ku navenda wilayeta Terhûneyê ji milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar yên nemeşrû paqij kirine û hildane bin kontrolê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Lîbyayê hat destnîşankirin ku hêzên artêşê ji çar alî da dijî milîsên Hefter ber bi Terhûneyê hereket kirin û navenda wilayetê hildan.
Hat diyarkirin yekîneyên artêşê dane pey milîsên Qaniyatê ku ji wilayeta Terhûneyê revîn.
Milîsên Hefter Terhûneya qederê 90 kîlomêtro li rojhilatê başûrê paytext Trablusê ye ji bona êrîşên dijî paytextê wek ciyê herekat û navenda îkmalê diemilandin.
Berdevkê Operasyona Hêrsê: "Hedefa me ya teze Sîrte, Cufra û qadên petrolê ye"
Artêşa Lîbyayê diyar kir ku pitşî Terhûneya bajarê ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt paqij kirin hedefa wan Sîrte, Cufra û qada petrolê ya li başûrê welêt e.
Mistefa Mecaiyê Berdevkê Operasyona Hêrsê ya hikûmeta Libyayê dimeşîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Hedefa me ya meşrû ya teze Sîrte, Cufra û qada petrolê ya li başûrê welêt e."
Artêşa Lîbyayê diyar kiribû ku kontrola navenda wîlayeta Terhûneyê hilda destê xwe.
Milîsên Hefter Terhûneya 90 kîlomêtre li başûrê Trablusê wekî navenda îkmal û herekatê ya dijî paytextê welêt bi kar dianîn.
Di çapemeniya herêmî da hatibû gotin ku "Kaniyat"a ji yekîneyên milîsan ên sereke ya Hefter ji duh bi şev pê va vekişiya rojhilatê welêt.
Artêşa Lîbyayê di van demên dawîn da pêşketina xwe ya ber bi herêmên milîsên Hefter lê sitar dibin ên li başûrê paytextê welêt didomîne.
Artêşa Lîbyayê diyar kiribû ku di nav 3 rojên dawîn da Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt paqij kirin, kontrola tevahiya herêmên Eyn Zara û Wadî Rebiyê hildan destê xwe, Qesr bîn Xaşir û Suk el-Xamîs ji milîsan paqij kirin û kontrola sînor jî hildan destê xwe.