Abdullah Tel
05 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Îranê piştrast kir ku keştiyeke bar a wan li nêzî bajarê Besrayê binav bûye û 2 kesên di keştiyê da jî mirine.
Midûrê Ewlehiya Karsaziyên Keştîgeh û Behrevaniyê ya Îranê Nadîr Pesende di daxuyaniya da ajansa nûçeyan a Mehrê da got ku keştiya bar a Îranê ya ji eyaleta Xûzistanê diçû Keştîgeha Um el-Qesrê ya Iraqê bi saeta Îranê di saet 03.00yan da di nav ava sînorê Iraqê da binav bû.
Pesende destnîşan kir ku di bûyerê da 2 kesan wefat kir, 4 kes hatin xilaskirin û ekîbên ji alî Îran û Iraqê bo xilaskirina xebatkarên winda jî xebatên xwe didomînin.
Di axaftina xwe da Pesende got ku di keştiyê da bi qasî 850 ton amûrên sermaîk hebûn.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî ya Iraqê da hatibû gotin ku li Kendava Besrayê li devê Qanala Xor Ebdillah keştiya Îranê ya bi navê Behbehanê ji ber sedemeke nediyar binav bû.
Alîkarê Waliyê Besrayê Kazim Fîncan gotibû ku 4 xebatkarên di keştiyê da hatin xilaskirin û ji bo dîtina 5 xebatkaran jî xebat didomin.