29 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi destê Artêşa Tirkiyeyê 597 terorîst hatin berterefkirin.
Di hemleyên asîmanî yên ku TSKyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi şev li dar xist da 44 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê hatin jinavbirin.
Artêşa Tirkiyeyê hedefên PYD/PKKya rêxistina terorê yên li Efrîna Sûriyeyê gulebaran dike.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê kete roja xwe ya 10an.
Hedefên rêxistina terorê yên li der û dora çiyayê Darmikê bi obusan ve car caran tên gulebarankirin.
Ji hedefên rêxistina terorê dû dikişe û dengê topan jî ji hin gundên Kilîsê yên li ser sînor tên bihîstin.
Balafirên şer ên tirkan jî li ser sînor difirin.