Mustafa Deveci
20 Îlon 2024•Rojanekirin: 20 Îlon 2024
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşa asîmanî bir ser gelek cihan.
Şahidên li herêmê diyar kir ku artêşa Îsraîlê di êrîşên asîmanî da gelek cî hedef girtin. Hat gotin ku ji ber êrîşan hin herêmên li başûrê Libnanê dêman bilind bû.
Di dîmenên ji ser çapemeniya civakî hatin parvekirin da jî hat dîtin ku ji cihên ku artêşa Îsraîlê êrîş bir li serê pêt bilind dibin.
Çavkaniyên nefermî îdia kirin ku artêşa Îsraîlê dijî ji 50yan zêdetir cihan êrîşa asîmanî kir.
Meqamên Libnanê û artêşa Îsraîlê hê der barê êrîşan da tu daxuyanî nedan.
Artêşa Îsraîlê berî axaftina Hesen NAsrallahê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê êrîşên asîmanî biribû ser başûrê Libnanê.