Muhammet Kurşun
20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2017
DAVOS
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê dubare kir ku aliyên eleqedar ecele kirine û got: "Berî amadekirina plana eskerî min gelekî hewl da ku piştî rizgarkirina Mûsilê jî planek hebe. Lê min nikarî biser kevim. Lewra dem pir kurt bû aliyan ecele dikir."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li 47emîn Forûma Aboriya Cîhanî ya li Davosa Swîsreyê, di panêla bi navê "Sûriye û Iraq: Bidawîanîna Probleman" de axaftinek kir. Di panêla ku nivîskara Şerqul Ewsetê Mîna Ûrebî birêve bir de ji xeynî Barzanî Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Mudirê Şirketa Neftê Crescent Petroleum Mecîd Cafer û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen el-Sefedî jî wek panelîst beşdar bûn.
- Operasyona rizgarkirina Mûsilê
Barzanî di destpêka axaftinê de behsa şerê li Mûsilê kir û got: "Operasyona rizgarkirina Mûsilê wek tê zanîn di 17ê Cotmeha par de destpê kir. Operasyon wek ku tifaq li ser hatibû kirin bi du qonaxan hat meşandin. Di navbera Wezareta Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên koalîsyonê de peyman hat kirin. Pêşmerge ji aliyê xwe ve xetên bergiriyê yên DEAŞê şikandin û bi saya vê yekê jî Artêşa Iraqê karî pêşketinê bidest bixe. Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê bi saya vê yekê di qonaxa yekem de serkeftî bû. Qonaxa yekem di 27ê Mijdarê de bidawî bû. Piştre Artêşa Iraqê li gor wê plana ku hatibû amadekirin dest bi qonaxa nû kir. Heta niha serkeftinên mezin hatine bidestxistin ji aliyê pêşmerge ve. Do jî navçeya Tilkêfê ku 20 kîlometre li bakurê Mûsilê dikeve hat rizgarkirin. Aliyê Mûsilê yê çepê (rojhilat) jî hin dever ne tê de hat rizgarkirin."
Der barê amadehiya plana rizgarkirina Mûsilê de Barzanî wiha dewam kir: "Niha jî wek qonaxa duyem amadehiya rizgarkirina rojavayê Mûsilê tê kirin. Berî amadekirina plana eskerî min gelekî hewl da ku piştî rizgarkirina Mûsilê jî planek hebe. Lê min nikarî biser kevim. Lewra dem pir kurt bû aliyan ecele dikir. Loma em li ser avakirina komîyeke hevpar di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatin. Ev komîte ji bo wan problemên ku piştî rizgarkirinê derkevin çareser bike hat pêkanîn. Hemû alî divê serî li xelkê herêmê yên xwecih bidin. Divê rapirsî were kirin ka ew çi dixwazin. Divê em hemû rêzê li biryara wan bigirin. Hem li bajarê Mûsilê û hem jî bi giştî li wîlayeta Nînovayê divê em guh bidin xelkê bi xwe. Ev wilayet ji temamê Iraqê cudatir e, taybetmendiyeke wê heye. Pirdînî, pirmezhebî û pirnijadî ye. Her şêwazeke nû ji bo rêvebirina Mûsilê divê heqê hemû pêkhatekan li ber çav bigire. Herwiha divê pêbaweriyê bide xelkê ku bûyerên di paşerojê de rûdane careke din dubare nabin. Piştî derxistina DEAŞê jî ev tişt neqewimin."
Serokê Herêmê li ser komîteya hevpar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de nêrîna xwe wiha anî ziman:
"Bêguman ev komîte ji bo pêşerojê ye. Niha encumeniya wilayetan heye. Berpirsên din ên wek qeymeqam û şaredar jî li ser wezîfeya xwe ne. Ev komîteya ku em ava dikin ji bo rûdavên ku li pêşerojê biqewimin e. Lewra dibe ku piştî rizgarkirina Mûsilê problemên biqewimin ji yên niha mezintir bin."
- Helsengandina destpêkirina rêvebiriya Trump
Barzanî li ser pirseke destpêkirina îdareya Serokê Emrîka yê nû Donald Trump wiha axivî:
"Li gor wan têkilî û axaftinên ku me heta niha bi berpirsên îdareya nû re kirine, wê di şerê li dijî DEAŞê piştgiriyeke zêdetir bidin pêşmerge û Artêşa Iraqê. Ya me fêm kiriye ev e. Çavnêriya me jî ew e ku ev îdareya nû ji ya berê di şerê li dijî terorê de zêdetir arîkar be. Me wisa jî bihîstiye. Lê divê em li bendê bin. Heta îro jî hê destpê nekirine. Divê encamê vê bi awayekî muşexxes bibînin."
Der barê Wezîrê Karên Derve yê Emrîka de jî Barzanî got:
"Belê nas dikim. Pêştir seredana Herêma Kurdistanê jî kiriye. Min li deverên din jî ew dîtiye. Kesekî girîngiyê dide meseleya Herêma Kurdistan û Iraqê. Pêşbîniya min ew e ku Wezîrê Derve yê nû di siyaseta derve ya Emrîka de guherîneke esasî çêke."
Barzanî aloziyên li Sûriyê û daxwazên Kurdan jî wiha şîrove kir: "Ez piştgiriya wê dikim ku xelkê Kurd li Sûriyê diparêzin û bi aliyên hikûmetê û derdorên din re li serê muttefiq bin. Ez tenê li ser navê xwe xeber nadim. Lewra li cem me ji 300 hezarî zêdetir penaber hene. Em dixwazin aştî were peydakirin. Divê çareseriyek were dîtin û xelk vegerin ser axa xwe."
Li ser şerê dînî û mezhebî jî Barzanî wiha axivî: "Berberiya dînî û mezhebî li Iraqê heye, ev rastiyek e. Ev rastî li Sûriyê jî heye. Çareseriya vê berberiyê jî di demeke kurt de gelekî zehmet e. Lê divê ji bo dîtina çareseriyekê xebat were kirin. Eger na li van herdu welatan îstiqrar û aramî peyda nabe."