Muhammet Kurşun
05 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
MUSUL
Rêxistina Tenduristiy Cîhanî ragihand ku rêxistina terorî DEAŞê çeka kîmyayî li Mûsilê bi kar aniye û kesekî ku rastî êrişa kîmyayî hatiye li Hewlêrê tê dermankirin
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê WHOyê hat belavkirin li Mûsilê zarok jî di nav de 12 sivîl rastî êrişa kîmyayî hatine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser agahiya ku DEAŞê li rojhilatê Mûsilê çeka kîmyayî bi kar aniye ekîbên tenduristiye ji bo mudaxeleya acil tevgeriyan û plana rewşa acil hat kirin.
Li gor agahiyên WHOyê 12 sivîlên ku roja 1ê Adarê ji ber gazindên cuda yên wek nefestengî, nepixîn û rabûna çerm sewqî nexweşxaneyên li Hewlêrê kirine têne dermankirin.
Yek ji tûşbûyê êrişa kîmyayî sivîlê bi navê Wisam Arif, ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re qala bûyerê kir.
Arifê ku li Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê digel xanima xwe tê dermankirin diyar kir ku mala wan a li taxa ez-Zuhûrê rastî êrişa moşekên DEAŞê hatiye.
Arif got moşekên ku îsabetî mala wan kirine dirêjahiya wan metro û nîvek bûye û wiha dewam kir: "Ez û xanima xwe birîndar bûn. Zarokên min zirar nedîtin. Di ser, guh û qirika min de şewat çêbû. Li ser pişta xanima min jî şopa şewatê çêbû. Me hema serî li berpirsan da û em rakirin vê nexweşxaneyê."
Dîrektorê Xaça Sor li Herêma Kurdistanê Richard Cook jî destnîşan kir ku li rojhilatê Mûsilê heta niha 12 sivîl rastî êrişa kîmyayî hatine.