Muhammet Kurşun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexne li Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûri el-Malikî girt û got: "Em Iraqeke ku Malikî lê hukim bike qebûl nakin. Eger Malikî bibe serokwezîr, bêyî ku li kesekî vegerim û ji kesî bipirsim ezê yekser serxwebûna Kurdistanê ragihînim."
Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya Şerqul Ewseta Erebî de ku di malpera resmî ya PDKê de jî weşiyaye daxuyaniyên girîng dan.
- "Pêşmerge hezar û 668 şehîd dane"
Barzanî der barê şerê li dijî DEAŞê de ev agahî dan: "Pêşmerge di şerê li dijî DEAŞê de hezar û 668 şehîd û 9 hezar û 725 birîndar dane. Ji DEAŞê jî 15 hezar milîtan hatine kuştin."
Serokê Herêma Kurdistanê, bidestxistina aliyê çepê-Rojhilatê Mûsilê wek destkeftineke mezin wesifand û got: "Hevkariya pêşmerge, Emrîka, koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê û Artêşa Iraqê di vî şerî de gelekî muhîm bû. Lê divê bibêjim ku arîkariya çekan û teqemeniyan ji bo pêşmerge bi qasî ihtiyacê nebûye."
- "Xwestin Ebadî bixînin"
Barzanî, jikardûrxistina Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zebarî wiha nirxand: "Bi vê yekê xwestin ku derbeyekê li Heyder Ebadî û operasyona rizgarkirina Mûsilê bixin. Xwestin Ebadî ji hikûmetê bixin û operasyona Mûsilê jî têk bidin."
- "Tesîra Îranê li ser Bexdayê gelek e"
Destpêkirina serokê nû yê Emrîkayê Donald Trump jî di rojeva Barzanî de bû û wiha axivî: "Têkiliyeke me ya baş bi Serokê Emrîka Donald Trump re heye. Hêviya me ew e ku Emrîka di piştgiriya Herêma Kurdistanê de berdewam be."
Li ser tesîra Îranê ya li Iraqê jî Barzanî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Desthilateke pir mezin a Îranê li ser Bexdayê heye. Herêma Kurdistanê jî têkiliyên wê bi Îranê re baş in."
- "Malikî were rêvebiriyê ezê serxwebûnê ragihînim"
Li ser îhtimala hatina Malikî ser hukim Barzanî got: "Em Iraqeke ku Malikî lê hukim bike qebûl nakin. Eger Malikî bibe serokwezîr, bêyî ku li kesekî vegerim û ji kesî bipirsim ezê yekser serxwebûna Kurdistanê ragihînim."
Barzanî got vegera bi yekcarî bo Iraqê "gelekî zehmet e" û wiha axivî: "Birayên me yên Ereb şirîkatiyeke heqîqî bi Kurdan re qebûl nakin.
Herwiha diyar kir ku têkiliyên wan bi YNKê re baş in lê ew bi xwe di nava xwe de bûne du-sê merkez, lê dîsa qewêtî li wan kiriye ku yek bin.
Li ser mucadeleya dijî gendeliyê (yolsuzluk) jî Barzanî diyar kir ku ji bo kêmkirina gendeliyê gavên mezin hatine avêtin.
Herî dawîn Barzanî li ser qeyrana Sûriyê fikrê xwe wiha anî ziman: "Sûriyê careke din venagere serdema berê. Rojava û Rojhilatê Firatê dê dabeş bibin. Her herêmek xwedî rewşeke taybet e li wê derê. Rûsya dizanin ku dê li Sûriyê çawa miamele bikin. Herwiha dizanin çi jî dixwazin."