19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
BÎŞKEK
Cinazeyên Kaptan Pîlot Gurcan Dîranci, Pîlotê Duyem Kazim Ondul û Teknisyenê firînê Îhsan Kocayê personelê balafira kargoyê ya ku roja duşemê li nêzî paytext Bîşkekê li ser gundekî de ket, şandin Tirkiyeyê.
Li gorî xebera navenda Çapemaniyê ya Serokwezîrtiyê cinazeyên murettebatê balafirê Dîranci, Ondul û Koca bi balafira Rêhewaya Tirk (THY) şandin Stenbolê.
Hat ragihandin ku piştî muemeleyên cinazeyê Pisporê Barkirinê Melîh Aslan jî temam bibe, dê cinazeyê wî bişînin Tirkiyeyê.
Balafira Kargoyê ya Tirk ya rêhewaya ACTyê li nêzî balafirgeha Manasa paytext Bîşkekê dema dadiket balafirgehê li ser gundê Daça Suyê de ket.