25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
HELEB
Balafirên şer ên ûris li Ezeza girêdayiyê Helebê êrîşî ser 2 nexweşxaneyan kirin. Li gor tespîtên ewil di êrîşê de 6 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda balafirên şer ên Rûsyayê bombe barandin ser 2 nexweşxaneyên li Ezezê. Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku li gor diyarkirinên ewil 6 kesên li cihê bûyerê hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Ji ber bombebarandinê bi avahiyên her du nexweşxaneyan ket û ekîbên parastina sivîl mudaxeleyî agir kirin.
Derket holê ku ji nexweşxaneyan yekê ji bo zarokan û ya dinê jî ji bo mezinan xizmet dikir.
Di vê navberê de balafirên şer ên ûris bombe barandin ser 3 gundên li bakurê Ezezê û gerajeka ku wesayîtên amûrên alîkariyê tê de bûn.