İbrahim Atmaca
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Balyozê Îsraîlê yê Enqereyê Eitan Naeh ji bo ku vegere Îsraîlê li Balafirgeha Ataturkê li balafirê siwar bû.
Naeh serê sibê ji Enqereyê çû Stenbolê û demekê li Balafirgeha Ataturkê hêviya saeta balafirê sekinî. Balyozê Îsraîlê Naeh Salona VIPê nexebitand û li Termînala Çûyînê ya Xetên Dereke cihê ku rêwî tê ra derbas dibin, ji wir ra derbas bû.
Naeh piştî kontrola pasaport derbasî salona ku nimreya wê 205 e bû, ket rêzê û ji kontrola rûtîn ra derbas bû.
Li cem Naeh parêzvanek û hin wezîfedarên balyozxaneyê hebûn. Naeh dema ku li balafirê siwar bû, silav da rojanamegerên ku dîmena wî dikişandin.
Hatibû ragihandin ku Eîtan Naehê Balyozê Enqereyê yê Îsraîlê vexwendin Wezareta Karên Derva û ji ber bûyerên li ser sînorê Xezeyê Îsraîl hat protestokirin û jê ra hat gotin ku demekê vegere welatê xwe wê baştir bibe.