QAHÎRE/QATAR
Wezîrê Parastinê Abdullah es-Sîsî bank kir ku roja înê ji bo ku piştgiriyê bidin derbeyê û ku dakevin qadan. Misriyan ji bo ku derbeya leşkerî û Wezîrê Parastinê Abdullah es-Sîsî protesro bikin li 13 bajaran xwepêşan li dar xistin.
Xwepêşan li Îskenderiye, el-Îsmaîliye, es-Suweys (Suweyş), el-Feyyum, Dîmyat, el-Menufiye, eş-Şerqiye, el-Xerbiye, Kufr eş-Şêx, Benî Suweyf, el- Mînye û Asyutê hatin lidarxistin.
Xwepêşandêran xwest ku Serokomarê hilbijartî Muhemed Mursî bê li sar karê xwe û ji bo vê bi vî awayî dirûşme avêtin: "Ey Sîsî tu here, Mursî Serokomarê min e", " Gel Muhemed Mursîyê dixwaze", " Me tu hilbijartî, di van rojên dijwar de jî emê li bal te bin." Xwepêşandêran li dijî Wezîrê Parastinê Abdullah es-Sîsî jî dirûşmên bi vî awayî avêtin: "Dakeve, bila dakeve rêvebiriya leşkerî", "Gulê berde me, dê rêvebiriya leşkerî dîsa venegere", " Hûn ji me bi milyonan jî bikûjin, em natirsin."
Xwepêşandêr piştî nimêja terewihê ji mizgefta Nûr ya Qahîrê derketin û heya Qada Rabîetûl Adewiyeyê meşiyan. Qada Rabîetûl Adewiye piştî daxuyaniya Sîsî bû wek navenda xwepêşanên li dijî derbeyê. Hat dîtin ku kesên ku hatibûne qadê li gor rojên din zêde bûn. Komîteyên gel yên ku ji bo ewlehiya meydanê hatibûn avakirin di hatinûçûyinê de qontrolên xwe zêde kirin.
Di xwepêşananên protestoyê yên di 13 bajaran de car caran pevçûn qewimîn. Li Dîmyata bakurê welet 23, el-Menufiyeyê 10 û eş-Şerqiyê jî 10 kes bi tevahî 43 kes birîndar bûn.
Sîsî di axaftina duh de gotibû ji bo ku ez bikaribim berpirsyariya tekoşîna li hember şîdet û terorê bigirim bangî hemû misriyên birûmet dikim ku roja înê bên meydanan.
Li hember daxuyaniya Sîsî Koalîsyona Demokrasiyê ya li Hember Derbeya Leşkerî, Partiya Dad û Azadiyê, Partiya Nûr, Partiya Dahatûya Şoreşê, Partiya Niştiman û El-Cemaetu'l Îslamiye û gelek aliyan bertek nîşan dabûn.
Partiya Nûr, Partiya Niştiman û El-Cemaetu'l Îslamiyeyê diyar kirin ku daxuyaniyên Sîsi banga şerê navxweyî ye û xwestin ku Sîsî axaftina xwe paşde vekêşe.
Artêşa Misrê jî piştî axaftina Sîsî demildest daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku banga Sîsî ne ji bo dawetkirina şîdetê ye. Kampanyayeke wisa ye ku li hember şîdetê dest pê kiriye.
Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokomar Adlî Mansur Ahmed el-Meslemanî ji gotibû ku banga Sîsî ya ji bo daketina meydanan ji bo parastina dewlet û şoreşê ye.
Xepêşandêrên ku ji kar dûrxistina Serokomar Mursî protesto dikin 3yê tîrmehê li Qada Rabîetul Adewiye civiyan û ev 27 roj in li wir in. Yên li Qada Nahdayê 22 roj li paş xwe hiştin. Piştgirên derbeya leşkerî jî ev 29 roj in ji bo piştgiriya derbeyê li Qada Tehrîrê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Ji Yekitiya Alimên Misilman Daxuyanî
Daxuyaniyek bi îmzeyên Serokê Yekitiya Alimên Misilman Yusuf el-Qaradawî û Sekreterê Giştî Alî el-Karadagî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê bi gel, leşker, partiyên siyasî û polêsên xwe ve hemû Misrê welatê xwe biparêzin û nehêlin ku welatê wan ber bi şerekî navxweyî ve biçe. Ev yek li ser wan wacib e, bereksê vê caîz nîne. Heram e ku mirov li pey bangên ku dibin sedema şerê navxweyî here.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku şert û merc çi dibin bila bibin divê di xwepêşanan de bi sebr û bi aştî bê tevgerîn.
Banga Sîsî xweşa Eniya Rizgariya Neteweyî (ERN) yê ku gelek partiyên lîberal û çepgir di xwe de dihewîne çû. Lê kesên ku li dijî derbeyêne ji vê bangî aciz bûn.
Piştgirên derbeyê û derbenexwaz pêvçûn
Hat ragihandin ku di pêvçûnên navbera piştgirên derbeyê û derbenexwazan de 41 kes birîndar bûn. Hat gotin li bajara eş- Şerqiye ji di navbera her du aliyan de pêvçûn qewimî. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şahidan girtin derbexwaz bi kevir, çek û daran êrişê xwepêşanderan kirin. Li ser vê yekê di navbera her du aliyan de pêvçûn qewimî.
Mudûrê Nexweşxana Navend ya Deyrîb Necmê Abdulxefar Wahbe ragihand ku 8 xwepêşanderên ku bi bibir û keviran birîndar bûn, anîn nexweşxanê.
Balefirekî aîdê artêşa Misirê li ser Adewiyeyê bi qasî 15 deqîqan nêzî erdê firiya. Xwepêşanderan jî bi alayên destên xwe, posterên Mursî û dirûşimên Allah'u Ekber û Mursî û sîrûdên bi coş bertek dan balefiran.