Wezîrê Parastinê yê DYAyê Hegel û Wezîrê Parastinê yê Avûstralyayê Johnston li Syndneyê civîneke çapemeniyê li dar xistin û rewşa Iraqê nirxandin.
Hagel der barê Malikî de axivî û wiha got: "Ez wisa difikirim ku Malikî welatê xwe baş bi rê ve nebir." Hagel der barê Malikî de got lazim e Malikî vê berpirsiyariyê bide stûyê xwe.
Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm, ji bo damezrandina hikûmetê Heyder el-Abadî wezîfedar kiribû. Malikî jî îda dike ku ev biryar li gor destûra bingehîn ne rast e."
Wezîrê Parastinê yê DYAyê, li ser erîşên rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ku li Iraqê dike got van êrîş pergala welêt hê jî tevlihevtir dikin.
Wezîrê Parastinê yê Avûstralyayê Davîd Johnston jî daxuyand ku heke DYAyê operasyonekê li dijî milîtanên DÎŞIyê bike ewê jî arîkariyê bidin.