QAHÎRE
Li Misrê piştî ku artêşê dest da ser rêvebiriyê Muhemed el-Baradaî wek Alîkarê Serokomar hatibû wezîfedarkirin. Baradaî diyar kir ku ji bo lihevkirinê her çiqas rêyên siyasî hebin jî, hêzên ewlehiyê mudaxeleyî xwepeşandêran kir û ji ber vê jî, wî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Baradaî di îstifa xwe ya ku pêşkeşî Serokomar Adlî Mansur kir de anî zimên ku ji bo xwepêşandan bên sekinandin çareseriyên aştiyane yên alternatîf hene û wiha got: "Ez dibînim ku ji bo lihevkirinê û sekinandina xwepêşandanan çareseriyên aştiyane hene. Aştî û lihevkirin dê di dawiyê de çêbibe. Tecrûbeyên me yên berê jî, vê nîşan dide. Lê ev lihevkirin bi ya min dê bi bedelên giran çêbibe."
Baradaî got ez hêvîdar im ku tiştên bi saya şoreşê hatine bidestxistin bên parastin û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku li Misrê tiştên ku bi şoreşa 25ê kanûna paşîn 2011an de hatine bidestxistin bên parastin û gel bigihêje daxwazên xwe. Ez bi vê hêviyê îstifa dikim. Ji bo ku em bibin welatekî azad, demokratîk, xwedî edaleta civakî û wekhevî pêk bê, gelek bedel û can hatin dayîn."
Baradaî wiha dewam kir: "Rêxistinên ku ol û oldariyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, welatî anîn hemberî hev. Misrê saleke pir nexweş derbas kir. Di dîroka Misrê de saleke evqas xirab tuneye. Digel siyaseta xirab gel dabeş bû û hat hemberî hev. Serhildana gel ya di 30ê hezîranê de girîng bû lê rêveberiyê guh neda vê û welêt li gor nirxên şoreşê bi rê ve nebir. Ez ji bo ku van nirxan têxim rewacê tevli birêvebirinê bûm lê bi bûyerên dawî gel îcar dabeş bû û êdî gelek zor e ku ev dabeşbûn bi dawî bibe."