ERBÎL
Lijneya Parlementerên ji Birêvebiriya Herêma Kurdistana Federal ya Îraqê li deriyê sînora Pêşxabura di navbera Îraq û Sûriyê de lêkolîn kirin û ragihandin ku li sînor trajediyeke mezin heye.
Di lijneya parlementeran ya ji 5 kesan pêkhatî de kesên wek Dr. Serwer Ebdulrehman, Goran Azad, Şewnem Muhamed, Razaw Mehmûd û Geşa Dara Hafîf cî digirin. Lijneyê Deriyê Sînor yê Pêşxabûrê ziyaret kir. Parlementer bi rayedarên deriyê sînor re axivîn û der barê rewşê de agahî sitandin. Parlementeran pişt re xwestin ku derbasî aliyê Sûriyê bibin û bi rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk re (PYD) hevdîtinan pêk bînin. Lê belê rayederan bi hinceta ku qanûnî nîne destûr neda lijneyê.
Parlementerê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Dr. Serwer Ebdulrehman daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku deriyê sînor yê ku li ser Çemê Dîjleyê hatiye avakirin û sûriyeyî bi kar tînin, ji bo penaber û fealiyetên bazirganiyê girtiye. Lê belê derî ji bo derbasbûna xurek, alîkariyên însanî û tenduristiyê serbest in.
Ebdulrehman diyar kir ku li sînor hem bi rayedarên derî re hem jî bi rayedarên PYDyî yên li Sûriyê re hevdîtin pêk anîn û wiha axivî: "Rayedaran gotin ku em tenê ji bo derbasbûna xurek, derman, arîkariyên însanî û nexweşan destûrê didin, me bi tu awayî derî negirtiye. Gava em jî gîhan li ser pireyê bi hezaran kes li wir bûn, me xwest ku em derbasî aliyê din bibin û bi wan re biaxivin, nêrînên wan hîn bibin, pirsgirêk çi ye ji wan hîn bibin. Lê destûr nedan me, pirsgirêk derxistin û gotin ku ev dereqanûnî ye. Bangî nûnerên PYDê yên li wir kirin. Rayedarên PYDê gotin ku derî girtiye, arîkarî û xurekên ku tên zehf kêm in û xwestin ku sînor bi temamî bê vekirin."
Bacên giran datînin
Ebdulrehman ragihand ku PYDyî dibêjin ku bazirganiya li sînor ji ber mecbûriyetê ye û got ku peywirdaran digel axaftinên rayedarên PYDê diyar kirin ku bacên giran datînin li ser malên ku ji Îraqê tên û vê bacê jî ji gel distînin.
Ebdulrehman diyar kir ku li deriyê aliyê Sûriyê yê ku wek Semelka tê binavkirin, trajediyeke mîrovehiyê heye û got ku penaberên ku me dîtin, rewşa kurdên Rojava xerab e, xurek tuneye, kêmasiya dermanan heye, nexweş zêde ne.