WASHINGTON
Rojnameya Washington Postê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rojnameyeke girîng e, rêveberiya Obama ji ber komkujiya ku rejîma Misrê li Qahîreyê kir bi "şîrikatiya sûc" tawanbar kir.
Di sernivîsa rojnameyê de hat gotin ku li gorî qanûna DYAyê heke li welatekî hikûmeteke hilbijartî bi destê artêşê ve were hilweşandin, divê DYA, tu alîkariyê nede wî welatî û rêveberiya Obama jî li gorî vê yekê artêşa Misrê hişyar kir ku reveberiya Muhemed Mursî hilneweşîne.
Di rojnameyê de wiha hat dewamkirin: "Li gel vê yekê jî generalên Misrê guh nedan hişyariyan û Qesra Spî qanûna navborî piştguh kir." Di nivîsê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya DYAyê demeke dirêj bûyera li Misrê wek derbe bi nav nekir û Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry, derbe wek "ji nû ve avakirina demokrasiyê" îlan kir.
Di dewama nivîsê de wiha hat gotin: "Ji ber van biryaran rêveberiya Obama, di serdegirtina bixwîn ku li du meydanên Qahîreyê qewimîn de şirîkê sûc e."
Di nivîsê de hat gotin ku Îxwan di hilbijartinan de bi ser ketiye û bi milyonan mirov piştgiriyê didin Îxwanê lê ji ber êrîşa dawî êdî hatina demokrasiyê zor e, pêkan e ku Misir bêhtir bikeve nav bûyerên tundiyê.
Paşê hat diyarkirin ku heke DYA bixwaze tesîrê li Misrê bike divê siyaseta xwe biguherîne, hevkarî û alîkariya dide artêşa Misrê bide sekinandin.