18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
LONDRA
Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê destnîşan kir hikûmetê biryar daye li welêt di 8ê hezîranê da hilbijartina giştî ya berwext bê kirin.
Mayê li Ofîsa Serokwezîriyê piştî civîna Lijneya Wezîran a serokatiya wê kir daxuyaniya çapemeniyê da.
Theresa Mayê diyar kir Lijneya Wezîran biryar daye li welêt di 8ê hezîranê da hilbijartina giştî ya berwext bê kirin û got em ê sibê biryarê pêşniyarî Kamaraya Ewamê ya şaxa parlementoyê bikin.
Tê texmînkirin li parlementoyê sibê dengdayîna hilbijartina giştî bê kirin.