HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de got: "Me îlana serxwebûnê nekiriye, em daxwaza guftûgoyê digel Bexdayê dikin, em amade ne."
Barzanî, piştî kombûna digel heyetên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Selaheddîn-Pîrmama navçeya Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser sazkirina referandûmê daxuyaniyên muhîm dan.
Serokê Herêma Kurdistanê di serî de behsa serpêhatiya Kurdan digel Iraqê kir û wha agahî dan:
“Sipas dikim ji bo ku we kir em raya xwe bi cîhanê bigihînin. Dixwazim kurteyekê li ser rabirdûya Kurdistanê û Iraqê behs bikim. Em eger vegerin ser mêjuya sed sala navendî, em dikarin pêwendiya Kurdistanê digel Iraqê bikin du qonax. Yek jê ji avakirina Iraqê heta 2003an a duyem jî ji 2003 heta niha. Di qonaxa yekem de, li ser şirîkatiyê Iraq hat avakirin. Li ser Ereb, Kurd û pêkhateyên din. Lê beşa me ew bû ku 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê. Enfala mezin ku bû sebebê windakirina 182 hezar ku piraniya wan zarok û jin bûn. 12 hezar gencên Feylî ji 12 salî heta 30 salî, 8 hezar Barzanî, li Helebceyê 5 hezar Kurd hatin şehîdkirin. Herwiha kîmyakirina Kurdistanê ji Helebceyê heta Zaxoyê…".
Der barê qonaxa piştî 2003an jî Barzanî wiha dewam kir:
"Piştî rûxîna rejima Beesê em gelekî hêvîdar bûn, xweşhal bûn. Me got ev derfeteke nû ye ji bo avakirina dewleteke, Iraqeke demokrat û federal da ku ew armancên me yên ji bo pêşerojê werin cih. Her piştî 2005an destûra nû ji bo Iraqê hat nivîsandin, ew destûreke baş bû ji bo Iraq bikeve qonaxeke nû. Eger Kurd neba ew destûr nedihate qebûlkirin. Eger Kurd nebana li wîlayeta Mûsilê û Diyalayê jî nedihate derbaskirin. Yan na 4 wîlayetên Iraqê dengê xwe li dijî Destûrê dida. Diyala, Rûmadî, Tîkrît û Nînowa.
Li ser guherîna helwesta rêveberên Iraqê Barzanî wiha nirxandin kir:
"Piştî ku demek derbas nebû piraniya desthilatdarên îro, ne hemû lê piraniya wan tenê dem û çavên wan guherîne yan na eqliyeta wan ya enfalçiyan e. Destûr hat binpêkirin, madeya 140î nehat bicihkirin. Pêşmerge beşek bû ji menzûmeya Iraqê, lê butçe nehat şandin. Piştre nanê xelkê Kurdistanê hat birrîn. Dema ku hilbijartinek bibe, kê zêdetir dijûn, heqaret, tehdîd li dijî Kurdan bida ewî zêdetir deng dianî. Emê çawa bi civakeke wisa re bijîn? Lê ya me dixwest dewleteke medenî, demokratî, federalî bû, ne dewleteke mezhebî ku niha li Iraqê heye. Me gelekî hewl da ku çareseriya vê rewşê were kirin. Bi Bexdayê, bi civaka navneteweyî, bi hemû aliyan re. Bi rastî Bexdayê em qebûl nekirin û em naçar kirin ku vê gavê biavêjin."
Di encama van polîtîkayan de Barzanî diyar kir ku qiyadeya siyasî ya Kurdistanê gelekî bîra vê meselê bir, piştre 7ê meha 6an biryar da referandûmê bikin.
Li ser seredana par van çaxan jî Barzanî wiha agahî da:
"Par jî em çûn Bexdayê me got birayên hêja werin em çarçoveyeke nû ji vê mijarê re deynin, werin em bibin cîranên baş. Me got ne baş e ku em wisa berdewam bikin. Ew jî li hemberî me gelekî nerm bûn. Dema ku me biryara referandûmê da me nedizanî ku dê me tehdîd bikin. Ji ber ku em ji Bexdayê bêhêvî bûn me biryara referandûmê da, yan na biryareke pêştir nehatibû dayîn. Vegerîna bo raya millet demokratîtirîn û rasttirîn şêwe ye ji bo çareserkirina kêşeyan. Lê ew alî nehatin negotin ka emê çawa çareser bikin dest bi tehdîdan kirin. Ka çi guneh di vê de heye? Bi rastî ez fêm nakim. Ma milletek nikare raya xwe derbibire ku çi dixwaze? Dema em hatin enfalkirin, helebçekirin bo çi kesekî referandûm nekir? Dema felaketa bi serê êzidiyan hat, çima kesekî tiştek negot. Mesele tenê niyet, eqliyet û înkara mafê kurdan e. Loma em gihîştin wê qenaetê ku tenê serxwebûn wê garantiyê dide me ku careke din ew felaket bi serê me de neyên.
Li ser gavên di pêşerojê de werin avêtin jî Barzanî got:
"Niha jî ji bo gavên dahatû dixwazim ron bikim. Referandûm gava pêşî ye ka xelkê Kurdistanê çawa dixwaze pêşeroja xwe diyar bike. Piştî vê pêvajoyeke dirêj dest pê dike. Referandûm ji bo diyarkirina sînor nîne, ne emrê waqî ye. Em ji bo guftûgoyê amade ne. Salek du sal û eger dirêjtir jî bikişîne. Lê guftûgoya me ji bo wê yekê ye ku ka emê çawa bibin 2 cîranên baş. Lewra em careke din venagerin tecrubeyeke şikestxwarî. Ez dixwazim teyid bikim ku Pêşmerge hevkariya xwe bi koalîsyona navnetweyî li dijî terorê didomîne. Em dixwazin ew germahiya Pêşemrge û Artêşa Iraqê bidomînin. Rizgarkirina mûsilê tensîqa Pêşmerge û Artêşa Iraqê ye. Şerê Telaferê. Ew tensîqa Pêşmerge û Iraqê. Ji xeynî wanên hatin kuştin, ji 500î zêdetir bi destê Pêşmerge hatin kuştin. Do jî Pêşmerge û Artêşa Iraqê rûniştin û li ser operasyona Hewîceyê li hev kirin."
Barzanî, amadebûna xwe bo guftûgoyê ragihand û wiha axivî:
"Em amade ne li ser vê îstiqametê bimeşin, eger ew jî bixwazin. Der barê penaberan jî, ev der mala wan e. Emê wek çavê xwe biparêzin. Heta navçeyên wan werin rizgarkirin Kurdistan mala wan e. Ew birayên me ne. Mumkin e problem di navbera me û hikûmetê de hebe, lê em rê nadin bibe reqabeta û dijminiya du milletî. Emê pêkvejiyanê di navbera Kurd, Tirkmen, Ereb û pêkhateyên din de biparêzib û bi tu awayî rê nadin nelihevkirina Hewlêr û Bexdayê tesîrê li ser rewşa penaberan bike."
Ji bo têkiliyên bi welatên cîran ên wek Tirkiye û Îranê jî Barzanî got:
"Bi cîranên me re jî em dixwazin baştirîn têkilî hebe. Eger helwestek xelet jî girtibin, derketiye holê ku em amilê tehdîdê nînin, em faktorê îstiqrarê ne. Emê rêzê li prensîbên yasayên navneteweyî bigirin."
Der heqe mafê pêkhateyan de jî Barzanî wiha nirxandin kir:
"Sîstema me ya pêşerojê, helbet li ser vê wê destûr bê nivîsandin, lê hedef ew e ku dewleteke federalî û demokratî be û mafê hemû pêkhateyan dê te parastî be. Ew çarçoveya li ser mafê pêkhateyan îro li Lijneya Bilind a Referandûmê hat qebûlkirin û hemû maf parastî ne. Ev destkefteke mezin e."
Di dawiyê de jî bangî xelkê kir ku herin ser sindoqan û wiha got:
"Ez ji xelkê kurdistanê dixwazim sibe bi aramî herin ser sindoqan û ji hemû herektên ku selametiya pêvajoya dengdanê bixe xeterê dûr bigirin. Sipasiya partiyên siyasî, komîsyona bilind , Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dikim. Hemû di vê pêvajoyê de westiyan. Hêvîdar im ku di pêşerojê de jî bigihên rehetiyê û ev xweşî berdewam be. Tenê serxwebûn e ku cewaba êş û azarên malbatên şehîdan bide. Di dawiyê de careke din sipas dikim û silavê dişînim bo şehîdan."
Li ser pirseke der barê helwesta Tirkiye û Îranê de Barzanî wiha cewab da:
"Em dizwazin baştirîn pêwendîman hebe, eger ew red bikin jî em dîsa dixwazin dostanî hebe.
Ji bo helwesta Emrîkayê jî got di 2015an de bi Obama re xeber daye û helwesta wî gelekî erênî bûye.
Ji bo welatên Îslamî jî Barzanî got divê mirov ji wan bipirsin ka çi dibêjin, welatên Îslamî divê mirov ji wan bipirse ka çi dibêjin. Lê helwest ji wa di ragihandinê de cudatir e.
Der heqê NYê de jî got dê helwesteke erênî navendgîrî bibîne.
Ji bo Bexdayê jî got:
"Emê qederekê çavnêrî bikin ka helwesta Bexdayê çi dibêje. Em derhal tiştekî nakin. Em înfîalê nakin û ne jî bertekeke zarokane dikin. Em dizanin çi dikin. Emê demekê bisekinin, eger helwesta Bexdayê wek berê be ku referandûmê red bikin."
Pirsa li ser tetbîqata eskerî ya Tirkiyê wiha bersivand:
"Em naxwazin Tirkiyê cezayan bi ser Kurdistanê bisepîne. Em nizanin çi biryar dane. Eger li ser me bisepînin emê herdu zirarê bikin, ne yekalî. Tirkiye li ser axa xwe çi dike ew me elaqedar nake, karê me li nav axa me ye. Em hêvîdar in derî negirin, lewra em hemû dê zerermend bin. Em bawer nakin ku di navbera me û cîranên me de tundûtûjî nebe, emê bisebir bin. Tundûtûjî tiştekî çareser nake, kûrtir dike. Emê bisekinin û bibînin ka çi dibe, piştre em dixwazin her tişt bi jihevfêmkirinê be. Ez ji hemû aliyan û dostan dixwazim ku şerê şikandina îradeya me nekin. Her çi dikin bikin lê şerê îradeya me nekin. Lewra îradeya me naşikê. Îran çi dike bi xwe dizane, nizanim. Li mentîqeya Soran û Çoman bombebaran kiriye ku îddia dike meqerên çekdarên li dijî wê lê hene."
Îddiayên li ser Qasim Silêmanî jî wiha piştrast kir: "Rast e Qasim Silêmanî li vir bû. Min jî ew dît."
Ji bo referandûmê jî got:"
Xeletiya mezin ew bû ku me heta niha hişt. Em niyeteke safî xebitîn ku Iraqeke yekgirtî bihêlin, lê Helebce û Enfal bi serê me de hatin. Niha jî heman eql û mentiq desthilat e."
Li ser bertekan jî got:
"Dibe ku çend rojan bertekên bi ziman û daxuyanî pir tund be, lê piştre namîne. Di wextê federaliyê de tundtir bû. Hemû muameleyê bi emrê waqî dikin. Eger tu hebî dê hemû kes muameleyê digel te bikin. Ez bawer dikim ku dê teamulê digel vî xelkî bikin. Karîgeriya referadnûmê li parçêyên din. Em dixwazin Kurdên parçeyên din problemên xwe çareser bikin. Em naxwazin rê li ber tundûtûjiyê veke. Em dixwazin bi rêyên aştiyane problemên xwe çareser bikin."
Ji bo serxwebûnê got:
"Me îlana serxwebûnê nekiriye, em daxwaza guftûgoyê digel Bexdayê dikin, em amade ne. Eger em çavnêrî bikin ku hemû aliyên dinyayê di Crîsmisê de û Cejna Remezanê de werin diyariyî me bikin. Ew nabe. Emê encamên wê jî bigirin pêş çav. Em hatin Enfalkirin, nebûn serxwebûn. Ji vir pê de çi dibe bila bibe bila bo serxwebûnê be. Em ji birçînan namirin. Hemû aliyên siyasî beşdar bûn tê de, hemû bi yekdengî û yekhelwestî biryar dan ku referandûm were kirin. Xelkê Kurdistanê biryar daye ku referandûm were kirin. Dibe ku di partiyekê de hin kes bo xwe beyanatan bidin."
Li ser pirseke der barê Îbadî de jî wiha cewab da:
"Nava min û Îbadî xweş e, naxwazim nava xwe xera bikim."
Ji bo Kerkûkê jî Barzanî wiha agahî da:
"Li Kerkûkê jî, îro biryar hat dayîn dê li hemû herêman bi hev re were kirin. Me talîmat daye ku bi tu awayî kêmasiyek di ewlehiyê de çênebe. Yê deng bide dê bidin, yê nede nade, yên boykot bikin jî hin Tirkmenan gotiye emê boykot bikin. Helbet hin kes bixwazin ku werin fitneyê li Kerkûkê durist bikin, dê cewaba xwe bistînin. Dê çima problem çêbibe? Ma çi bûye ku problem derkeve. Ma ew qasî asan e ku êrişî Kerkûkê bikin, ma hûn dizanin çend hezar Pêşmerge hene? Lê eger hin kes şer bi me bifiroşin, wê demê emê tiştekî din bibêjin."
Barzanî, diyar kir ku tarîxa wan bi Bexdayê re hevraz û sernişîv gelek dîtine û wiha dewam kir:
"Enfal kirin, Helebce kirin û negihîştin netîce. Em deriyê guftûgoyê danaxin. Her wextê ew amade bin, em jî amade ne. Lê eger gav neavêtin wê demê niyeta xwe eşkere dikin."
Li ser pirsa îddiayên ku dibêjin Kurdistan dibe Îsraîleke duyem jî Barzanî wiha got:
" Yên ku dibêjin Îsraîla duyemîn ava dibe, gotineke pir qirêj û bêmane dibêjin."
news_share_descriptionsubscription_contact
