19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bajarokê Davosa Swîsreyê beşdarî 47emîn Forûma Aboriya Cîhanê dibe digel karbidestên dewletan civînên muhîm dike.
Barzanî, 16ê vê mehê ji bo beşdariya organîzasyona li Davosê çûbû Swîsreyê û li gor malpera resmî a Serokatiya Herêma Kurdistanê heta niha 8 civînên muhîm kirine.
Serokê Herêmê, di esnayê ziyareta xwe de heta niha bi Cîgirê Serokê Emrîkayê Joe Biden, Wezîrê Karên Derve yê Norwecê Bork Birinda, Cîgirê Serokê Kompanya Chevron a Emrîkî Jay Pryor, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen el-Sefedî, Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîra Parastinê ya Hollendayê Jenin Hens, Serokwezîrê Hollendayê Mark Rutte û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re kombûye.
Di kombûnan de rewşa Iraq û Sûriyê bi giştî, şerê li dijî DEAŞê tê meşandin û herwiha bi taybetî jî operasyona rizgarkirina Mûsilê hatin nirxandin. Berpirsên Emrîka, Hollenda, Norwec, Urdin û Almanyayê diyar kirin ku dê piştgiriya xwe ya li dijî DEAŞê didin Herêma Kurdistanê berdewam bikin. Herwiha pesnê xweragiriya pêşmerge û pêşengiya Mesûd Barzanî dan.
Herwiha Barzanî di civîna bi Cîgirê Serokê Emrîkayê Joe Biden de ew dawetî Hewlêrê kir û xwest ku wek niyetpakiyekê bi xelkê Kurd re careke din hevdîtinê bike. Digel vê Serokomarê Azerbeycanê Aliyev jî, Serokê Herêmê dawetî welatê xwe kir û jê xwest ku seredanekê bo Azerbeycanê bike.
Barzanî dê sibe jî digel Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek beşdarî heman panêlê bibe. Di panêla Şîmşek û Barzanî de wê rewşa Sûriye û Iraqê were xeberdan.
Ji aliyekî din ve di çarçoveya dîdarên Davosê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn û Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî beşdarî komxebatekê bûn ku ji aliyê Serokê Forûma Aboriya Davosê Glaws Shwap û Nûnerê NYê bo Sûriyê Stefan Dî Mîstura dihate birêvebirin û Wezîrê Derve yê Norwecê Bork Birinda, Wezîrê Derve yê Îranê Mûhemmed Cewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen el-Sefedî, Wezîrê Karên Derve yê Fînlendiyayê Alexander Stubb, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Federika Mogerini û Serokê Rêxistina Navneteweyî ya Xaça Sor Peter Mawror tê de axaftin kirin.
Di komxebatê de behsa rewşa Sûriyê û civîna ku dê bi serkêşiya Rûsya û Tirkiyê li Astanaya paytexta Qazakistanê lidar bikeve hate nirxandin.