Barzanî Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cûbûrî û lijneya li gel wî qebûl kir. Barzanî di axaftina xwe ya li vir de bersiva xeberdanên li ser sûcdarkirina pêşmergeyan da.
Serokatiya HKIyê daxuyanî weşand. Li gor daxuyaniyê Barzanî got ku gundên ereban ên li Şengalê piştgiriyê didin hêzên DÎŞIyê û wiha dewam kir:
"Me hêvî nedikir ku erebên li gundê derdora Şengal û Mûsilê rûdinên li dijî pêşmerge û êzdiyan tevbigerin. Li hemberî vê helwesta ereban em matmayî man. Ji ber van tevgeran em di nav fikaran de ne. Me ji erebên li gundên derdora Şengalê dijîn ev yek hêvî nedikir. Tirsa me ew e ku niha rêxistina terorê li herêmê wekî aliyê serkeftî tevbigere û êzdî û erebên li herêmê dijîn, ji hev du re bike dijmin."
Barzanî komkujiya Enfal û Helebçeyê bi bîr xist û got ku di dîrokê de çi dibe bila bibe em naxwazin bêtifaqî bikeve navbera me û birayên me yên ereb, lewra bi salan e ku em gel hev dijîn û em naxwazin ev tifaqa me xirab bibe.
Barzanî da zanîn ku ew her dem amade ne alîkariyê bidin ereb û hemû neteweyên li Iraqê dijîn. Barzanî destnîşan kir ku ew li dijî hikûmetên zalim têdikoşin û ew tu caran dijminatiya çandên cuda yên li Iraqê û bawermendan nakin.
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cûbûrî jî ji bo ku Barzanî û gelê kurd deriyên xwe ji penaberên iraqî yên ji ber şer revîn re vekir, spasiyên xwe pêşkêş kir.