Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist pêşmegeyan bi çekên giran ve êrîşî milîtanên DÎŞIyê kir û gihîştin navenda Mexmûrê. Pevçûna di navbera milîtanên DÎŞIyê û pêşmergeyan li navenda navçeyê dewam dike.
Pêşmergeyan daxuyand ku heta ku ew militanên DÎŞIyê ji Mexmûrê derxin operasyon dê dewam bike.
Mexmûr 60 kîlomêtro rojavayê başûrê Hewlerê ye û piraniya gelê wê kurd e.