Muhammet Kurşun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Meclisa Iraqê Selîm El Cibûrî kir.
Li gor malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî pêşwaziya Cibûrî û heyeta digel wî kir ku ji partiyên cuda cuda yên parlamentoya Iraqê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, şerê azadkirina Mûsilê, weziyeta herêmên ji DEAŞê rizgarbûyî û halê penaberan hatin guftûgokirin.
Herwiha li ser hevsengiya siyasî ya welat û hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî hatin nirxandin.
Di beşeke din a hevdîtinê de referandûma serxwebûnê û pêşeroja Kurdistanê û dewleta Iraqê hatin helsengandin.
Barzanî behsa sedemên binpêkirina destûr, şirîkatî û lihevkirinê kir û der barê mijara referandûma serxwebûnê de jî got:
"Biryara referandûmê ya xelkê Kurdistanê bê veger e. Kurdistan, bêyî tundiyê û şer û bi sûdwergirtina ji wasiteyên aştiyane dixwaze bi aliyên Iraqê re guftûgoyê bike û ji hev fêm bikin. Li ser esasê diyalogê kar ji bo bidestxistina mafên xwe dike."