ERBÎL
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî beriya serdana xwe ya li Bexdayê ji bo ku bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev îro tê Tirkiyeyê.
Barzaî bi balafira xwe ya taybet dê îro were Stenbolê û bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin bike. Tê texmînkirin ku Barzanî û Erdogan di hevdîtinê de dê li ser şandina neftê, çareserkirina pirsgirêka kurdan û li ser têkiliyên di navbera HKI û hikûmeta navendî ya Iraqê rawestin.
Hat diyarkirin ku Barzanî piştî serdana Tirkiyeyê ji bo qeyrana budçeyê û îxrackirina neftê ku pirsgirêk di navbera HKI û Iraqê deketibû dê biçe Bexdayê.