HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Partî Demokratî Kurdistanê (KDP) Mesûd Barzanî û Serokê Bizutneweya Goranê Newşîrwan Mistefa hatin bal hev.
Hevdîtinên ku di çarçoveya xebatên damezrandina hikûmeta nû de hatin kirin, li avahiya navçeya Selahaddînê ji çapemaniyê re girtî hat kirin.
Serokê Serokatiya Dîwana HKIê Fûad Huseyin daxuyaniyeke nivîskî da, di daxuyaniyê da diyar kir ku hevdîtin der barê damezrandina hikûmeta nû de hatin kirin û got ku di hevdîtinê de li ser astengiyên ku pêşiya damezrandina hikûmetê digrin muzakere kirine û wiha dewam kir:
"Ji bo astengiyên li pêşiya damezrandina hikûmeta nû rakin dê bi rêkûpêk bixebitin. Barzanî û Mistefa gotin ku divê di demeke kurt de bigihêjin encamekê. Her du serokan got ku divê di nav aliyan de têkiliyên xurt hebin û li ser vê mijarê hemfikir bin. Herwiha di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên di nav Bexda û Hewlêrê de jî muzakere hatin kirin."