Muhammet Kurşun
12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derveyî yê Iraqê Îbrahîm Caferî li Hewlêrê kom bûn.
Li gor malpera resmî ya hikûmetê Barzanî û Caferî li rewşa giştî ya herêmê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê axivîn.
Caferî xweşhaliya xwe ya li ser ziyareta Herêma Kurdistanê anî ziman û got: "Herêma Kurdistanê beşeke giring a Iraqê ye. Divê hemahengiya herdu aliyan berdewam be. Bi saya vê hevkariyê di şerê li dijî terorîstan de em bi ser ketin û rêxistina terorî rastî şkestineke mezin hat."
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo seredanê sipasiya Caferî kir û dubare kir ku, "Siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku digel Artêşa Iraqa Federal herêmê ji metirsiya terorî rizgar bikin. Herwiha armanc ew e ku DEAŞê li herêmê were tunekirin."
Herwiha diyar kir ku, "Baweriya Herêma Kurdistanê her wextî bi wê yekê heye ku çareseriya pirsgirêkên daliqandî yên digel Bexdayê bi guftûgo û diyalogê mumkin e."