12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, "Herêma Kurdistanê dê îsal referandûma ji bo serxwebûnê bike. Lewra wext hatiye ku hêz û aliyên siyasî guh bidin daxwaza xelkê xwe."
Mesrûr Barzanî, di pêşwaziya heyeteke ji Wezareta Derveyî ya Ingîltereyê de li ser referandûmê û mijarên di rojevê de nirxandinên giring kirin.
Barzanî, îro li Hewlêrê Wezîrê Dewletê ji bo karûbarê Rojhilata Navîn ê Ingîltereyê Tobias Martin Ellwood pêşwazî kir. Di pêşwaziyê de Balyozê Ingîltereyê li Bexdayê Frank Baker û Nûnerê Herêma Kurdistanê li Ingîltereyê jî amade bûn.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî li ser rewşa Iraqê sekinî û diyar kir ku, "Şkandina terorîstên DEAŞê ji bo çareserkirina hemû problemên kevn û nû li Iraqê firsendek e."
Barzanî herwiha behsa nemana pêbaweriyê kir û got: "Problema herî mezin li Iraqê nemana baweriyê ye di navan pêkhateyan de. Lê şkandina DEAŞê ji bo çareserkirinê derfetek e. "
Herwiha behsa referandûma serxwebûnê jî kir û wiha agahî dan: "Herêma Kurdistanê dê îsal referandûma ji bo serxwebûnê bike. Lewra wext hatiye ku hêz û aliyên siyasî guh bidin daxwaza xelkê xwe."
Wezîrê Dewletê ji bo karûbarê Rojhilata Navîn ê Ingîltereyê Tobias Martin Ellwood jî bal kişand ser biryara hikûmeta Ingîltereyê ku dê piştgiriya eskerî ji bo hêza Pêşmerge û Kurdistanê berdewam be.
Wek din destnîşan kir ku gavên ji bo çareserkirina probleman ji bo wan jî giring in û cih da van îfadeyan:
"Herêma Kurdistanê dikare bibe nimûneyeke geş a demokrasiyê."