Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
ANKARA
Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê ji bo ku Şanliurfa û Mêrdîn bibin navendên navdar ên turîzmê sektora turîzmê wê bicive.
Bi hevkariya Wezaretê, TUROB, TURSAB, TUROFED, TUREB û TYDyê di 13ê nîsanê de li Otela Nevaliyê ya Şanliurfayê wê civînek çêbibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin bajarên Başûrê Rojhilat ji bo ku êdî ne bi terorê, bi mîratên çandî, dîrokî û turîstîk va bên bibîranîn hewleke mezin tê dayîn.
Wezîr Numan Kurtulmuş wiha got: "Başûrê Rojhilat êdî wê bi turîzmê va bê bibîranîn. Li Başûrê Rojhilat têkoşîna me ya bibiryar ya li hember îtifaqên xirab dihat kirin ku aramî pêk were, êdî wê bi turîzmê pêş bikeve. Ji bo ku em nexşerêya xwe diyar bikin emê li Şanliurfayê komxebateke turîzmê çêbikin. Bajarên Şanliurfa û Mêrdînê yên ku bi dîroka xwe ya şaristaniyê va roniya çavê Tirkiyeyê ne ji bo ku pareke zêde ji turîzmê bistînin em beriya Hefteya Turîzmê li vir komxebatekê li dar dixin. Emê di komxebatê de plana xebatên xwe bikin ku potansiyela turîzm û çandê ya van bajaran pêşva here."