Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê Balyoz Îbrahîm Kalin wiha got: "Em êrîşa li dijî Serokatiya HDPyê ya Bajarê Edeneyê û ya li serokatiya navçeyê ya li Mêrsînê bi awayekî herî tund şermezar dikin. Li Tirkiyeyê êrîşa li dijî partiyekî tê wateya êrîşa li hemberê hemû partiyan."
Kalin di civîna xwe ya çapemeniyê ya li Qesra Serokomariyê de da bi bîr xistin ku ji bo ewlekariya hilbijartinê dezgehên ewlekariyê yên dewletê tevdîrên hewce stendine û wiha xeberda:
"Ji bo selameta hilbijartinê û siberoja Tirkiyeyê pir gîrîng e ku welatî di nava ewlehiyê de dengê xwe bidin. Divê hemû partiyên siyasî heya ku ji destê wan tê hewl bidin. Bi heman şiklî pirbûna beşdariya hilbijartinê jî him ji hêla emilandina mafê demokratîk ve û him jî ji bo hilbijartina 7ê hezîranê pir gîrîng e. Divê ez bêjim ku wê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku wiha rewşeke tirsnak çêbe û jixwe di vî warî de dezgehên ewlekariyê yên dewletê tevdîrên hewce stendine."
Kalin di axaftina xwe de ji bo teqînên li avahiyên HDPyê wiha xeberda:
"Bêyî ku meriv mahiyet û hûrguliyên wê bizanibe û meriv hema wisa cî da rabe û der heqê Birêz Serokomar, Serokwezîr û Hikûmeta me da tawanbariya bike, tiştekî nayê qebûlkirin e. Ev hevalên me şûna ku ji ser van re siyasetê bikin, bira ewil carekê li hêviya delîlan bisekinin ku bûyer were ronîkirin. Dû re wexta ku bi aqlê selîm bûyer nirxandin, êdî heke ku wê daxuyaniyekê bidin, bira wêçaxê bidin."