Dlshad Saifaalddin Ahmed
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
SILÊMANÎ
Hereketa Nexêr bo Referandûmê bangewaziyek weşand û daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku di referandûma 25ê Îlonê de dengê "nexêr bidin.
Hereketa Nexêr, di 8ê Tebaxa 2017an de dest bi xebatên xwe kiribû û heta do bişev propagandaya nexêr li dijî referandûmê kir.
Berdevkê bereya nexêr Rabûn Marûf li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku, "Em dawiyê li kampanyaya bangeşeyê tînin. Niha mijar kirin û nekirina referandûmê ye. Eger yekdengiya xelkê me heba û ev proje projeyeke nîştimanî bûya îro ev pirsiyar nedihat kirin."
Rabûn Marûf bal kişand ser wê yekê ku ji ber şert û merc ne guncan in divê referandûm niha neyê kirin, lewra îhtimala rûdana şer heye. Herwiha got dibe ku Kurd Kerkûk û herêmên din ji dest bidin û kêşe di navbera Herêma Kurdistan û welatên cîran de derkevin.
Ji aliyekî din ve Serokê Hereketa Nexêr bo Referandûmê Şasûwar Ebdulwehîd jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji destpêkê ve wan daxwaz kiriye ku referandûm were derengxistin û niha jî rewş nediyar e.
Şasuwar Ebdulwehîd bibîr anî ku eger referandûm were derengxistin daxwaza wan bicih tê û eger were kirin ku daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku dengê nexêr bidin.