Serokê Parlementoya Iraqê Selîm el-Cûbûrî li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hin ziyaret kirin.
Cûbûrî û lijneya bi wî re Serokomarê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî li mala wî ziyaret kir. Pişt re bi Serokê Tevgera Goranê Noşirvan Mistefa re civîneke ji çapemeniyê re girtî kir. Pişt re jî bi endamên Partiya Yekîtiya Îslamê ya Kurdistanê (Yekgirtu) re li navenda partiyê ya li Silêmaniyê hat bal hev.
Cûbûrî piştî serdanê daxuyanî da rojnamevanan û got ku li ser pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê de sekinîn û nêrînên xwe yên der barê çareseriyê de bi hev re parve kirin.
Cûbûrî got ku divê alî li ser pirsgirêkan biaxivin û bi wî awayî pirsgirêkan çareser bikin û wiha axivî: "Niha pirsgirêkên herî girîng budçe û mehaneyên karmendan in û ji bo ku ev bên şandin di astên bilind de hevdîtin tên kirin. Em hêvî dikin ku ev her du pirsgirêk di demeke kurt de bên çareserkirin."
Cûbûrî û lijneya bi wî re piştî ziyaretên ji bo ku biçin Bexdayê ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê derketin ser rê.
Cûbûrî beriya ku bê Silêmaniyê li Hewlêrê bi Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoya HKIyê Yûsiv Mihemed re hevdîtin kiribû.