Bekir Aydoğan
13 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2022
Serokomarê Iraqê Berhem Salih ragihand ku ew ji bo Serokomariya Iraqê ji nû va namzed e.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Salih ji bo namzetiya Serokomariya Iraqê awayek fermî serlêdana xwe kir.
Salih di Coteha 2018an da wek namzetê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû Serokomarê Iraqê.
Duh jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku endamê wan Hoşyar Zebarî ku berê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê bû ji bo Serokomariyê namzed nîşan dane.
Li Iraqê di sala 2005an da gorî lihevkirinên navbera aliyên siyasî da meqamê Serokomariyê para Kurdan, Serokatiya Meclisê para Sunniyan û Serokwezîrî jî para Şiiyan ketibû.