Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê Saruhan Oluç destnîşan kir ku wê HDP di hilbijartinên giştî da li hemû herêman namzedên xwe deyne û wiha got: "Heger em bendê derbas bikin û li Meslisê koma xwe çêkin, em dixwazin ji nîvî zêdetir parlementer ji hevalên me yên jin bin."
Oluç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got komisyona navendî ji hilbijartinên giştî dest bi xebatan kir.
- "DBP wê nekeve hilbijartinê"
Oluç diyar kir ku wê di komisyona hilbijartinê da HDK, DTK û DBP cî bigirin û wiha got: "DBP wê nekeve hilbijartinê. DBP helbet perçeyekî me ye û wê hemû perçeyên me di xebatan da cî bigirin. Ji ber vê jî komisyon hat avakirin û hevdîtinên bi rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, saziyên kar û partiyên siyasî ra dewam dikin. Em dixwazin bingehekê çêkin ku her kes tê da cî bigire. Di vê çarçoveyê da em bi ODP, Partiya Komunîst û Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Gelan ra axivîn."
- "Em ê li hemû bajaran namzedên xwe deynin"
Oluç diyar kir ku wê kongreyên bajar û navçeyan di nav 10 rojan da temam bibin û wiha axivî: "Di van kongreyan da derdikeve holê ku alîgir û hevalên me dixwazin wek partî bikevin hilbijartinê. Hin xetere û guman hene, lê her ku em nîqaşan dikin ev xetere û guman radibin. Dema em wek namzedên serbixwe dikevin hilbijartinê me tenê li hin bajêran namzed nîşan dida. Niha li hemû bajaran şaxên me hene. Em ê biçin her derê Tirkiyeyê û em ê namzedên xwe deynin. Heger em çiqas bixebitin em ê ewqasî serkeftî bin."
Oluç destnîşan kir ku di HDPyê da koteya jinan tuneye û wekheviya cinsiyetê di rêziknameyê da heye û wiha got: "Heger em bendê derbas bikin û li Meclisê koma xwe çêkin, em dixwazin ji nîvî zêdetir parlementer ji hevalên me yên jin bin."