Li herêma Anadoluya Rojhilat partiyên siyasî û namzedên parlementeriyê beriya hilbijartina 7ê hezîranê digel astengkirinên endamên rêxistinê gund gund û tax tax digerin.
Namzedên parlementeriyê yên AK Partiyê li Wanê digel êrîşê li ser wan, li ser wesayîtên wan, li ser buroyên wan, xebatên hilbijartinê didomînin. Namzedan gotin ku li gor hilbijartinên berê, di vê hilbijartinê de tehdîtên li ser gel zêdetir bûne.
Parlementerê Wanê yê AK Partiyê Burhan Kayaturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di vê heyamê de tehdît zêdetir bûne, lê ew guh nadin van yekan û xebatên xwe didomînin û digerin.
Kayaturk got ku zextê didin ser namzed û rêvebirên AK Partiyê ku ew îstifa bikin û wiha got: "Ew peyamên tehdîtê yên ku rêxistina terorê dişînin, welatî digihînin me."
- Îdiaya "komîsyona qanîkirinê" ya HDPê
Kayaturk got ku HDP li herêmê derî derî digere û zextê dide ser gel, mirovên ku li gor wan wê reya xwe nedin wan jî ji bo wan "komîsyoneke qanîkirinê" çêkirine û wan tehdît dikin.
- "Kesek wê li ber biratiya kurd û tirkan nebe asteng"
Parlementra AK Partiyê Gulşen Orhanê jî got ku berê hin hêzên tarî diketin navbera gel û dewletê û nedihîştin ku gel û dewlet bibin yek, lê serkeftî nedibûn. Wek wê demê hêzên niha jî wê serkeftî nebin.
Orhanê destnîşan kir ku hemû partiyên legal û îllegal û rêxistin li dijî partiya wan e û wiha dewam kir:
"Hedef AK Partî ye, têkçûna hikûmetê û rojên tarî yên Tirkiyeya berê ye. Ji bo vê kurd tên bikaranîn, ev jî xeta ye. Heta kurd û tirk nebin bira Komara Tirkiyeyê bi ser nakeve, li ser piyê xwe nasekine. Bi Kevir kuçik û dar û beran êrîşî me dikin, lê em li vê derê ne. Bi destûra Xwedê em vî welatî pêş bixin."
Namzedê Wanê yê AK Partiyê Faruk Alpaslan jî got ku gelê kurd bi salan e rastî zilmê hatiye, yên ku gelê kurd tehdît dike, gelê kurd wê dersa wan bide wan û wiha dewam kir: "Li rojava xwe mexdûr didin nîşan, li rojhilat jî zextê didin ser gel. Ev tê dîtin. Nîvê şevê didiçin ber deriyan û dibêjin 'heke hûn qanî nebûne, hevalên me yên ku we qanî bikin, komîsyona me wê were'. Ka wê yê ev gelê bindest biparasta?"
Namzedê Wanê yê CHPê Alî Gurbuz jî got ku ew ji bo kampanyaya hilbijartinê neçûn cihê dûr û wiha dewam kir: "Gelê me ji hev perçe perçe dikin. Ev ne rast in li gor me. Me her tim got ku di rewşeke wiha rageş de ne durust e ku hilbjartin çêbibe. Em dikarin bibêjin ku em heta roja îro rastî zextiyekê nehatin."
Namzedê serbixwe yê Huda Parê Mehmet Mehdî Oguz jî got ku li herêmê zext û zorî li ser wan tuneye, lê car caran wesaîtên wan ên hilbijartinê didin ber keviran, afîşên wan tên çirandin.
Oguz got ku ev zext û zorî zêdetir li ser gel tê kirin û bi teybetî jî li gundan zext heye û ew dibînin ku dibêjin "ji bilî HDPê bila ji tu partiyan re rey dernekeve". Her wiha dibêjin ku "Heke HDP ji bendê derbas nebe agiê bi bajêr bikeve, em ê bişewtitînin, hilşînin".
Namzedê Wanê yê Partiya Saadetê Ozay Îlhan jî got ku di hilbijartinên berê de êrîş li ser xebatên wan ên hilbijartinê dihatin kirin, lê di vê hilbijartinê de ew hê rastî êrîşên wiha nehatine.
Îlhan wiha got: "Heke partiyek li sikakakê anarşiyê derxe, li gund bibêje ku 'ji bilî min kes nikare were vî gundî, ji bilî min kes tune' wê demê tu mena wê tuneye ku ew partî siyasetê bike. Siyaset beriya her tiştî ji bo însan tê kirin. Divê di siyasetê de rêxistin û hêzên îllegal piştgiriyê nedin partiyan û partî jî li gor piştgiriya wan siyasetê nekin."