ŞAM / XAZE
Hat ragihandin ku di êrişa ku artêşa rejîma Esed bir li ser Kampa Penaberan a Yermûkê de, 9 kes mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê (KŞGS) ve hat dayîn firokeyeke girêdayî hêzên artêşa rejîmê bi "bombeyên warilê" êrîşî kampa ku ev demek dirêj e ji aliyê rejîma Esed ve hatiye dorpêçkirin, kir. Di êrîşê de li gor agahiyên ewilîn 9 kes mirin û dehan kes jî birîndar bûn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî êrişê sedan kesên ku li kampê dijîn ber bi cihên ku di bin qontrola rejîmê ve, reviyan.
Hamas ji bo rakirina dorpêçkirinê hevdîtinan dike
Ji aliyê din ve Hamasê diyar kir ji bo ku dorpêçkirina li ser Kampa Penaberan a Yermûkê bê rakirin, bi Hîzbûllaha Îran û Libnanê re hevdîtinê dike.