QAHÎRE
Artêşa Misrê li paytext Qahîreyê gule barand ser kesên ku li ber Baregeha Parêzkerên Komarê nimêja şeveqê dikirin. Di vê bûyerê de 84 kes mirin û bi dehan jî kes birîndar bûn.
Kesên ku ji vê bûyerê xelas bûn û li nexweşxaneyan tên derman kirin qala wê demê ji AAyê re kirin.
Hûsam Evdirehîm Nûhê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Helîopolîsê tê derman kirin wê demê wiha anî ziman: "Di dema nimêja şeveqê de ji nişkeve teqîn pêk hat û dengê çekan û qîrîna însanan bilind bû. Ez ber bi cihê bûyerê ve meşiyam, leşker û polîsan xaza rundikrêj û gule direşandin ser gel. Dema ku min alî birindaran kir, ji para ve gule berî min dan. Gule jî li milê minî rastê ket.
Dihat îdia kirin li ser kesên ku li qadê kom bûbûn çek hebû, Nûh ev îdiayê derewand û got: "Tiştekî wisa tuneye, hetanî ku Serokomarê me Muhemed Mûrsî neyê ser wezîfeya xwe em ê çalakiyên xwe bidomînin.
Ji birîndaran yek jî Adîl Evdilmenaf e. Milê wî bi derbeyên copan ve hatiye şikandin û ew jî tedawî dibe. Evdilmenaf dibêje leşkeran dora çalakvanan zeft kir û ne gotin jin ne jî gotin zarok xaza rundikrêj û gule reşandin ser her kesî.
Abdulalî jî dibêje: "Min di dema êrîşê de hin kesên ku di nav mirî û birîndaran de mabûn, direviyan dît. Nêzî 5 deqîdeyî bi çekan, bênavber gule reşandin ser çalakvanan, her kesî hev hembêz kir û li benda bêdengbûna çekan sekinîn. Bi çalakvanan re ji xeynî şalik, kon û betaniyê tu tişt tunebû. Îdiayên ku dibêjin hin kesan xwestin ku bi çekan êrîşî baregehê bikin jî derew in.
Îbrahîm Alî Huseynê 48 salî jî got: "Çaxê ku êrîşê dest pê kir min tekbîr anî û got "Xwedê qehra xwe li we ke". Ez ji bo parastina hiquq, şerîet û meşrûtiyê amade me ku canê xwe bidim..