27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
SANA
Hat ragihandin ku Serokomarê Yêmenê Ebdirabbu Mensûr Hadî ji Komiteya Leşkerî ya Taybet xwest ku bira Hêzên Berxwedana Gel (HBG) entegreyî Artêşa Neteweyî ya Yêmenê bikin.
Li gor xebera SABAya ajansa nûçeyan a Yêmenê, Hadî xwest ku bira ji bo eşkerekirina şert û mercên entegrekirina Artêşa Neteweyî ya Yêmenê ya HBGyê navend bên vekirin û wiha axivî: "Hedefa me ew e ku HBG entegreyî artêşê bikin ku perwerdeya leşkerî bibînin wek xebatkarên hêzên ewlekariyê bigihêjin mafan û mehaneyê bistînin."
Wek mayîn hat ragihandin ku li Şerîceya herêma Lahîca bajarê Yêmenê di navbera HBG û Tevgera Ensarullah (hûsî) da pevçûn derketin û di pevçûnan da 16 kes mirin, 35 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di pevçûnên ku li herêma Şerîceyê di navbera HBG û hûsiyan da derketin da ji HBGyê 2 kes mirin û 8 kes birîndar ketin, ji hûsiyan jî 14 kes mirin û 27 kes birîndar bûn.